Dersixtina zêde ji 1400 kesên din ji nav َrtêşa Tirkiyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i303297-dersixtina_zêde_ji_1400_kesên_din_ji_nav_َrtêşa_tirkiyê
Wezareta إerevaniya Tirkiyê hejmara kesên ku ji nav artêşa Tirkiyê bi tawana hevkariya tev cemaeta Gulen hatine derxistinو zêde ji 1400 kes ragihand.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 13, 2019 16:06 Asia/Tehran
  • Dersixtina zêde ji 1400 kesên din ji nav َrtêşa Tirkiyê

Wezareta إerevaniya Tirkiyê hejmara kesên ku ji nav artêşa Tirkiyê bi tawana hevkariya tev cemaeta Gulen hatine derxistinو zêde ji 1400 kes ragihand.

Li gor rapora ajansa nûçan a Tirktayîmê, wezareta berevaniya Tirkiyê li daxûyaniyekê hejmara kesên ku ji nav artêşa vî welatî bi tawana hevkariya tev cemaeta Gulen piştî darbeya leşkerî ya işkestxwarî ya Tîrmeha 2016 hatine derxistin 1412 kes ragihand.

Li vê daxûyaniyê hatiye ku heta niha zêde ji 120 hezar kes li seranserî Tirkiyê bi tawana endambûna nav grûpa Gulen û pişkdariya li darbeya leşkerî ya işkestxwarî ya Tîrmeha 2016 hatine girtin û bo hinek ji van girtiyan jî hukmên giran hatine derxistin.

Enqere Fethullah Gulen, sebebkarê darbeya bêencama a 15 Tîrmeha 2016` an  dizane, lê Gulen  xwe bi caran îdiaya dewleta Tirkiyê red kiriye.

 Piştî darbeya 15 Tîrmeha 2016` an  zêde ji 50 hezar kes heya niha  bi tawana peywendiya bi cmaeta Gulen re li Tirkiyê hatine  girtin û nêzîkî 120 hezar kes jî  ji kar û şuxilên dewletî  li vî welatî hatine derxistin.

Li encama vê darbeya bêencam 249 kes hatine kuştin û 193 kes jî birîndar bûne.