Ebdullah Gul ji ber nêrîna AKP`ê ya piştî Hilbijartina Şaredariyan rexne kir
Serokomarê berê yê Tirkiyê ji kiryarên Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) yên piştî Hilbijartina Şaredariyan li vî welatî rexne kir.
Li gorî rapora ISNAyê, Ebdullah Gul ji damezirînerên Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) roja şemiyê got: AKP`ê piştî derdana di Hilbijartina Şaredariyan a Tirkiyê li metropolên Tirkiyê de siyaseteke dijminane li hemberî namzedên serketî yên partiyên din girtiye ber xwe.
Serokomarê berê yê Tirkiyê tevî rexnekirina ji dewletê got: Dema ku Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) desthilatdar e nabe ku li dijî aliyên din wan şaşitiyan bike ku berê li dijî vê partiyê hatine kirinê.
Li gorî vê raporê, Niha gellek ji namzedên Partiya Dêmokratîk a Gelan (HDP) ku li Hilbijartina Şaredariyan a Tirkiyê bi ser ketin, hîn karîne îzna xw eya Hilbijartinê werbigirin û heta hinek ji wan ji çûyîna bo ofîsên xwe hatine qedexekirin.
Hilbijartina Şaredariyan a Tirkiyê roja Yekşemiyê, 31ê Adara 2019an bi beşdariya 13 partiyan li 81 parêzgehên vî welatî hat lidarxistin.
Her çend ku partiya serdest yanî Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP), pirraniya dengan li Hilbijartina Şaredariyan a Tirkiyê bi dest xist, lê kontrola hinek ji metropolan ji wan Enqereya paytexta Tirkiyê, Izmîr, Istenbûl, Antalya û Edenê ji destê vê partiyê derket.