Temelli: Siyaseta desthilata Tirkiyê ya li dijî me neguheriye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i303282-temelli_siyaseta_desthilata_tirkiyê_ya_li_dijî_me_neguheriye
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezai Temelli ragihand ku 13 roj ser hilbijartinên şaredariyan re derbas bûne, lê hikûmeta Tirkiyê hela jî li ser siyaseta xwe ya berê ye ku dixwaze îradeya xelkê binpê bike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 13, 2019 11:30 Asia/Tehran
  • Temelli: Siyaseta desthilata Tirkiyê ya li dijî me neguheriye

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezai Temelli ragihand ku 13 roj ser hilbijartinên şaredariyan re derbas bûne, lê hikûmeta Tirkiyê hela jî li ser siyaseta xwe ya berê ye ku dixwaze îradeya xelkê binpê bike.

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezai Temelli li Enqerê di konferanseke rojnamevaniyê de ragihand, ku beriya hilbijartinan hikûmeta Tirkiyê çawa nêzîkî HDP`ê dibû, niha jî li ser heman rêbazê ye.

Temelli destnîşan kir ku niha rewşa li Tirkiyê di warê aborî, siyasî û leşkerî de aloztir e û çarenivîsa Tirkiyê, ne zelal e.

Hevserokê HDP`ê got: “13 roj ser hilbijartinên şaredariyan re derbas bûn, lê em dibînin ku desthilata Tirkiyê rêbaza xwe ya berê didomîne. Ew dê hewl bidin ku vî welatî wisa bikin ku ti kesek nekaribe ji nav derbikeve. Ew ê hewl bidin ku vî welatî ji kendalan bavêjin xwarê. Di warê aborî, siyasî û leşkerî de wisa kirine ku ne tenê alozî kûrtir kirine, di heman demê de civakê jî parçe dikin û berdidin hev.”

Sezai Temelli herwiha got: “13 roj ser hilbijartinan re derbas bûn, lê hê jî parlemento nehatiye vekirin, ji ber ku ji kursiya parlementoyê ditirsin. Ji siyaset û parlementoyê direvin. Dibêjin ku karê me heye, lewma parlemento nayê vekirin. Çi karê we heye? Di rastiyê de hûn mijûlê desteserkirina îradeya xelkê ne. Di 31`ê Adarê de xelkê îradeya xwe nîşan daye, hûn jî ka çi pêwîst be wê yekê bikin.”