Hikûmeta Tirkiyê dixwaze desthilata şaredariyan sînordar bike
Hikûmeta Tirkiyê plan daniye ji bo ku guhertinê di destûra birêvebirina şaredariyên wî welatî de bike û desthilatên şaredariyan sînordar bike. Partiyên opozisyonê yên Tirkiyê jî amajeyî wê yekê dikin ku partiya desthilatdar, AKP ji ber işkesta di hilbijartinên 31`ê Adarê de hewla cîbicîkirina planeke wisa dide.
Ligorî plana hikûmeta Tirkîyê, desthilatên serokên şaredariyan dê werin sînordarkirin û ew dê tenê weke çavdêr, projeyên hikûmetê birêve bibin.
Li gor zanyariyên ku têkildarî plana hikûmeta Tirkiyê hatine aşkerekirin, ew plan bi vî awayî ye:
- Encûmenên şaredariyan û mixtar namînin.
- Sîstemeke weke serokatî bi desthilatên sembolîk ve dê were cîbicîkirin.
- Desthilata Serokomar dê ser hemû serokşaredariyan de hebe.
- Serokomar dê mafê danîna qeyûman bo şaredariyan hebe.
Partiyên opozisyonê yên Tirkiyê jî amajeyî wê yekê dikin ku partiya desthilatdar, AKP ji ber ku di hilbijartinên 31`ê Adarê yên şaredariyên wî welatî de li çend bajarên mezin tûşî şikest û dorandinê bûye, hewla cîbicîkirina planeke wisa dide û dixwaze desthilatê ji şaredariyan werbigire.
Di hilbijartinên 31`ê Adarê de, AKP`ê piraniya dengan û herwiha piraniya şaredariyên Tirkiyê bi dest xistine, lê şaredariyên Enqere û Stenbol ji dest dane û namzedê CHP`ê li wan bajaran bo posta serokatiya şaredariyê ser ket.
CHP`ê herwiha şaredariyên çend bajarên din ên mezin ên weke Îzmîr, Antalya, Mêrsîn û Edenê jî bidest xistine.