Raghandina Rewşa Awarte li parêzgeha Wana Tirkiyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i303246-raghandina_rewşa_awarte_li_parêzgeha_wana_tirkiyê
Piştî ku Konseya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê îzna fermî neda çar şaredarên bijartî yên Partiya Demokratîka Gelan (HDP), walîtiya Wanê li seranserê vê parêzgehê rewşa awarte raghand.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 12, 2019 11:54 Asia/Tehran
  • Raghandina Rewşa Awarte li parêzgeha Wana Tirkiyê

Piştî ku Konseya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê îzna fermî neda çar şaredarên bijartî yên Partiya Demokratîka Gelan (HDP), walîtiya Wanê li seranserê vê parêzgehê rewşa awarte raghand.

 Li gorî rapora IRIB News`ê, ji Enqerê  li gor hikmê walîtiya parêzgeha  Wana Tirkiyê lidarxistina  her cure civînê, meş û girevê û  civîna rojnamevaniyê bo heftiyekê li asta parêzgehê hatiye qedexekirin.

 Li vê hikmê amaje bûye bi dirêjbûna pêvajoya hilkolandina nerazîbûnên li hember encamên hilbijartinên xwecihî yên vê parêzgehê hatiye: Hin kesên serketiyê hilbijartinê ji ber wernegirtina îzna fermî ya  şaredariyan  bi dû vê yekê ne ku navbera xelkê aloziyan çê bikin.

 Ji aliyê din ve li gorî raporên endamên  partiya karkirên Kurdistana Tirkiyê(PKK) jî derfeta heyî bi kar anîne û hewl dide bi fend û fêlan, xelkê bikşînin kolan û çarsiyan û ji vê riyê bibin sedema pêkhatina şîdetê.

 Hilbijartina şaredariyan û konseyên xwecihî yên Tirkiyê roja yekşemiyê , 31 Adarê bi beşdariya 13 partiyan li 81 parêzgehên vî welatî hat lidarxistin.