HDP: Desteya Bilind a Hilbiajrtinên Tirkîyê kemîndanîye pêşberî me
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i303228-hdp_desteya_bilind_a_hilbiajrtinên_tirkîyê_kemîndanîye_pêşberî_me
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li ser biryara Desteya Bilind a Hilbijartinan ku belgenamê nade berbijarên serketî ku bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de hatibûn dûrxistinê, ragihand ku Desteya Bilind a Hilbijartinan kemîn danîye pêşîya wan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 11, 2019 15:05 Asia/Tehran
  • HDP: Desteya Bilind a Hilbiajrtinên Tirkîyê kemîndanîye pêşberî me

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li ser biryara Desteya Bilind a Hilbijartinan ku belgenamê nade berbijarên serketî ku bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de hatibûn dûrxistinê, ragihand ku Desteya Bilind a Hilbijartinan kemîn danîye pêşîya wan.

Berdevkê HDP`ê Saruhan Oluç li Enqerê derbarê vê biyara Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyê de civîneke rojnamevanîyê lidar xist û ragihand ku kemîn li ber wan hatiye danîn.

Saruhan Oluç wiha got: “Weke hûn dizanîn Desteya Bilind a Hilbijartinan ragihand ku ew dê belgenameyê nede berbijarên ku berê bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de ji karê xwe hatibûn dûrxistinê û yê berbijarên derdayî dayne şûna wan.”

Oluç biryara Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyê wek komployekê da nasandin û wiha pêde çû: “Bi zelalî diyar e ku Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyê perçeyek ji komploya siyasî ya hevpeyamaniya MHP û AKP`ê ye. Mixabin wê desteyê li ber me kemîn daniye. Mixabin em dibin şahid ku niha dadger jî kemînan dadinin. Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyê dikarî berî pêvajoya navnivîsîna berbijara ragihîne, kesên bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de ji kart hatine derxistin nikarin bibin berbijar. Lê ev yek nekir.”

Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyê (YSK) duh Çarşemê biryar da ku belgenamê nade berbijarên serketî yên di hilbijartinên 31`ê Adarê de ku bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de hatibûn dûrxistinê,

Berbijara HDP`ê ya ji bo Şaredariya Sêrtê Bêrîvan Helen, berbijarê navçeya Rezan (Baglar) a Amedê Zeyad Ceylan, berbijarê nahiyeya Dagpinar a navçeya Dîgor a Qersê Abubekir Erkmen, berbijarê navçeya Tuşba ya Wanê Yilmaz Berki, li navçeya Edremîtê Gulcan Kaçmaz û li Bêgirê Leyla Atsak bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de ji karê xwe hatine dûrxistin.