Dilgiranîya rojnamevanekî nêzîkî Erdogîn ji ber hitmala lidarxistina dubare ya hibliajrtinan li Istenbolê
Rojnamevanê bawerpêkirî yê Serokomarê Tirkîyê, lidarxistina dubare ya Hilbijartinên Şaredarîyan li Istenbolê ser zîyana Partîya Dad û Geşepêdanê (AKP) zanî.
Ligorî rapora Radyoya Tirkî ya Istenbolî ya Îranê, Kemal Uzturk got ku lidarxistina dubare ya hilbijartinan li Istenbolê yê neyaran zêdetir bike yek û heta ew nifûsa sersar ku di hilbijartinê de pişkdar nebûye bi awayekî hevgirtîtir derxe pêşberî dewletê.
Wî rojnamevanê nêzîkî Erdogîn herwiha got: Lidarxistina dubare ya hilbijartinan li Istenbolê yê dûhatên aborî û sîyasî di asta netewî û heta navnetew de jibo Tirkîyê bîne.
Berî vîya Wezîrê Karên Hundur ê Tirkîyê xwestibû ku hilbijartin careka din li Istenbolê were lidarxistin.
Serokomarê Tirkîyê jî ragihandibû ku hilbijartinên herêmî bi hegera sûcên organîzebûyî li bazineya Istenbolê bawerpêkirî nîne.