Gefa Tirkiyê derbarê kirrîna Firokeyên şêrr ji Rûsiyê dewsa Amerîkayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i303201-gefa_tirkiyê_derbarê_kirrîna_firokeyên_şêrr_ji_rûsiyê_dewsa_amerîkayê
Wezîrê karên derve yê Tirkiyê got: Eger Amerîka F35ê û Pergala Berevaniya mûşekî ya Patriyotê nefiroşe Tirkiyê, Enqere dê berê xwe bide Rûsiyê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 11, 2019 05:16 Asia/Tehran
  • Gefa Tirkiyê  derbarê kirrîna Firokeyên şêrr ji Rûsiyê dewsa Amerîkayê

Wezîrê karên derve yê Tirkiyê got: Eger Amerîka F35ê û Pergala Berevaniya mûşekî ya Patriyotê nefiroşe Tirkiyê, Enqere dê berê xwe bide Rûsiyê.

Mewlûd Çawûşoxlûyê Wezîrê karên derve yê Tirkiyê roja çarşemiyê her wiha got: Girêbesta kirrîna Pergala Berevaniya Mûşekî ya S400'a Rûsiyê hatiye wajokirin û Enqere dê ji kirrîna vê pergalê paşve nekişe.

Gefa Tirkiyê ya kirrîna Firokeyên Şêrr ji Rûsiyê dewsa ji Amerîkayê di rewşekê da ye ku Erdoxanê serokomarê Tirkiyê jî roja Duşemiyê di civîna hevpar a çapemeniyê digel Viladîmîr Pûtînê serokomarê Rûsiyê li Moskoyê, tevî ku girêbesta kirrîna Pergala Berevaniya Mûşekî ya S400'a Rûsiyê di qonaxa Dawiyê da da zanîn, destnîşan kir: Gefa Amerîkayê dê tu bandorekê di cihanîna vê girêbestê da neke.

Çarlêz Samêrz berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Ameîkayê (Pêntagon) vê dawiyê di civîneke nûçeyî da ragihand ku kirrîna Pergala Berevaniyê ya Mûşekî ya S400'a Rûsiyê dê dûhatên bixeter ji Tirkiyê ra bîne.

Samêrz got: Tirkiye bi kirrîna Pergala Berevaniyê ya Mûşekî ya S400'a Rûsiyê dê Firokeyên Şêrr ên F35 û Mûşekên Patriyot ên Amerîkayê bi dest nexe.

Amerîkayê Duşemiya heftiya bihurî yekem opêngava jibo rawestandina firotina F bo Enqerê rakir û veguhestina alavên vê firokeyê bo Tirkiyê da rawestandin.

Yekem raporên derbarê biruyara Tirkiyê ji bo kirrîna pergala berevaniya mûşekî ya S400ê ji Rûsiyê di Mijdara sala 2016an da li mêdyayan hat weşandin.

Rûsiyê jî di 12ê Îlona sala 2017an da ragihand ku lihevkirinek derbarê firotina pergala berevaniya mûşekî ya S400ê bi Tirkiyê ra girêdaye.

Beriya niha Amerîkayê tevî diyarkirina dilgiraniya xwe ji biryarnameya Tirkiyê bona kirrîna Pergala Berevaniya mûşekî ya S400'a Rûsiyê, hişyarî dabû ku Enqere divê vî karî neke û eger hat û ev kar kir, ewê êdî Pergalên Patriyota Amerîkayê wernegire.

Pergala Berevaniya mûşekî ya S400'a Rûsiyê ya Erd bi Esman, bi şiyana avêtina hevdem a 72 mûşekan û jinavbirina armancên taktîkî û Balistîkî bi mesafeya ji pênc heta 60 kîlomitrî û ji du heta 27 kîlomitran bilindahiyê, ji pêşketîtirîn pergalên berevaniyê li cîhanê ye.