Pêgirîya Alîkarê Serokê AKP`ê ser lidarxistina dubare ya hilbijartinên Şaredarîyan li Stenbolê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i303154-pêgirîya_alîkarê_serokê_akp_ê_ser_lidarxistina_dubare_ya_hilbijartinên_Şaredarîyan_li_stenbolê
Cîgirê Serokê Partîya Dad û Geşepêdanê (AKP) di konferanseke rojnamevanî de ragihand, AKP daxwaz dike hilbijartin li Stenbolê were dubarekirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 09, 2019 14:43 Asia/Tehran
  • Pêgirîya Alîkarê Serokê AKP`ê ser lidarxistina dubare ya hilbijartinên Şaredarîyan li Stenbolê

Cîgirê Serokê Partîya Dad û Geşepêdanê (AKP) di konferanseke rojnamevanî de ragihand, AKP daxwaz dike hilbijartin li Stenbolê were dubarekirin.

Cîgirê Serokê AKP`ê Elî Îhsan Yavuz cardin derbarê encamên hilbijartinan de daxuyanî da û ragihand, ku sextekarî di hilbijartinên şaredariyan yên Stenbolê de hatîye kirin, lewma ew daxwazê dikin, ku hilbijartin li bajarê Stenbolê careka din were lidarxistin.

AKP ji encamên hilbijartinê yên Stenbolê nerazî ye û giliyên xwe yên di vî warî de raberî Civata Bilind a Hilbijartinên Tirkîyê kirine. Her li ser giliyên AKP`ê, Civata Bilind a Hilbijartinan biryara dubarehejmartina beşek ji dengên Stenbolê dabû û deng ji nû ve hatibûn hejmartin.

Tevî ku navbera dengên berbijêrên AKP û CHP`ê kêmtir bûye, encama sereke ya hilbijartinê neguheriye û namzedê CHP`ê Ekrem Imamoglu bi zêdetir ji 15 hezar dengan li pêş namzedê AKP`ê Binali Yildirim e.

Hilbijartinên şaredariyan li Tirkiyê roja 31`ê Adarê hatin lidarxistinê û CHP`ê şaredariyên her sê bajarên mezin û giring ên Tirkiyê, şaredariyên Stenbol, Enqer û Izmîrê bi dest xistin.