Muharem İnce: Partiya desthilatdar li Tirkiyê hewl dide Hilbijartinên 31 Adarê, betal bike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i303129-muharem_İnce_partiya_desthilatdar_li_tirkiyê_hewl_dide_hilbijartinên_31_adarê_betal_bike
Namzetê Serokkomariya Tirkiyê yê CHPê Muharrem Înce dibêje: Partiya desthilatdar hewl dide Hilbijartinên 31 Adarê, betal bike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 09, 2019 06:16 Asia/Tehran
  • Muharem İnce: Partiya desthilatdar li Tirkiyê hewl dide Hilbijartinên 31 Adarê, betal bike

Namzetê Serokkomariya Tirkiyê yê CHPê Muharrem Înce dibêje: Partiya desthilatdar hewl dide Hilbijartinên 31 Adarê, betal bike.

Namzetê Serokkomariya Tirkiyê Muharem Înce yê CHPê di derbarê encamên hilbijartinên Tirkiyê de daxuyaniyek da û got: Partiya desthilatdar a AKPê hewl dide hin hecet û şertan derbixe, daku hilbijartinan betal bike.

Li Hilbijartinên şaredariyan ên Tirkiyê li metropolan bi taybet li Enqere û Stenbolê, partiya serdest a AKPê winda kir û CHPê şaredariyên wan bi dest xist, eva bûye sedema nerazîbûna vê partiyê bi taybet serokê wê Erdogan.

Înce dibêje: Partiya Desthilatdar jiber ku Bajarên Mezin winda kir û pêşeroja wan têkçûneke mezin heye, dixwezin hilbijartinan betal bikin.

Muharrem Înce diyarkir: AKPê û Serokê wê naxwaze encaman bipejirîne, ev helwesta wan, dê tesirek xerap li pêşeroja Tirkiyê bike.