Kiliçdaroglu: Lijneya Hilbijartinê ya Bilind fermananê ji hikûmetê digire
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i303127-kiliçdaroglu_lijneya_hilbijartinê_ya_bilind_fermananê_ji_hikûmetê_digire
Serokê Partiya Komarxwaz a Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu radigihîne: Lijneya Hilbijartinê ya Bilind ji hikûmetê fermanê digire û ewlekariya hilbijartinê têk dide
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 09, 2019 05:23 Asia/Tehran
  • Kiliçdaroglu: Lijneya Hilbijartinê ya Bilind fermananê ji hikûmetê digire

Serokê Partiya Komarxwaz a Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu radigihîne: Lijneya Hilbijartinê ya Bilind ji hikûmetê fermanê digire û ewlekariya hilbijartinê têk dide

Kemal Kiliçdaroglu dibêje ew dijî vê yekê ye ku dengên 38 bajarokên Stenbolê careke din werin jomartin. Di encama hilbijartinê de ew serketine û divê Dadgerên Lijneya Hilbijartinê ya Bilind vê encamê bi fermî qebûl bikin û wê ragihînin.

Destê Wezîrê Navxwe û Wezîrê Dadê di nava sindoqên hilbijartinê de ye. Namzetê Stenbolê yê AKPê, Serokê AKPê, Wezîrê Dadê û Wezîrê Navxwe kombûneke nehênî kirin. Ji bo çi? Ji bo çi hûn bi awayekî nehênî tên cem hev? Ev kombûn eger di derbarê hilbijartinê de be, ya ku hûn dikin sûç û tawan e. Ez bang li Dadgerên Lijneya Hilbijartinê ya Bilind dikim. Bi wijdana xwe biryarê bidin. Ev mesele êdî ji hilbijartinê derketiye û bûye meseleyek demokrasiyê. An em ê alîgirê demokrasiyê bin an jî demokrasî dê ji aliyê dadgeran ve were kuştin.