Idiaya serokomarê Tirkîyê: Me çev bernedaye axa tu welatekî
Serokomarê Tirkîyê pêgirî kir ku welatê wî çav bernedaye ax û serwerîya tu welatekî.
Li gorî rapora ajansa nûçan a ISNA`yê, Receb Teyîb Erdogan serokomarê Tirkîyê li civna AKP`ê li bakûra rojavaya Tirkîyê bi gotina vê yekê ragihand ku Tirkîyê tu dijminatîyek digel tu yek ji welatan ji wan bi cînaran re tineye.
Erdogan bi gotina vê yekê ku dê peywendîyên Tirkîyê digel cîhanê biparêze, dîyar kir: Tirkîye micid e ku hewildanên ji bo parastina ewlehîya xwe û welatîyên xwe bidomîne.
Eva li halekî ye ku artêşa Tirkîyê û têrorîstên ser bi Enqerê eva 52 roj in êrişî Efrîna Sûrîyê dikin û Erdogan gotîye ku piştî Efrînê em ê bera xwe bidin Minbicê jî. Bişar Esed serokomarê Sûrîyê jî çend rojan berî niha êrişa artêşa Tirkîyê ser bakûra wî welatî û Efrînê dagirkerî bi nav kirîye.