Hezîran 15, 2025 18:14 Asia/Tehran
  • Dengvedana cîhanî ya êrişa Îranê ser Erdên Dagirbûyî

Pêla êrişên Îranê yên bi mûşekan ser Erdên Dagirkirî bidû destdirêjîya aşkira ya Rejîma Sîyonîst ser axa Îranê, bi awayekî berfire li medyayên cîhanê deng veda.

Pêla êrişên Îranê yên bi mûşekan ser Erdên Dagirkirî bidû destdirêjîya aşkira ya Rejîma Sîyonîst ser axa Îranê, bi awayekî berfire li medyayên cîhanê deng veda. Medyayên ingilîsî bi awayekî berfire bala xwe dan ser vê operasyona Îranê. Dêylî Mêylê di vî warî da raghiand ku pêla nû ya mûşekên Îranê di şev û roja buhurî da ser Israyîlê da barî û tevî kuştina çend kesan, dîmenên dişibin dema dawîya cîhanê, pêk anî. Gardîyenê jî di vî warî da ragihand ku di encama êrişên Îranê yên bi mûşekan ser Israyîlê da, herîkêm bi sedan kes hatin kuştin û birîndarkirin.

Ajansa Nûçeyan a Associated Pressê jî ragihand ku Têhranê pêla nû ya êrişên mirinbar ber bi Israyîlê va bi rê kir. 

Şebekeya BBCyê jî bi serdêreke cida bala xwe da ser êrişên Îranê û ragihand ku ev, xemeke giran e û ji zarê niştecîyekî bajaroknişîn ragihand ku ji ber van êrişana rewşa bajaroknişînan gellekî dijwar bûye.

New York Timesê jî ragihand ku tevî êrişên nişkêveyî yên Israyîlê ser Têhranê, israyîlî ji mûşekên kavilker ên Îranê ditirsin. 

Medyayên ibrî jî mukur hatin ku Rejîma Sîyonîst nikare mûşekên Îranê bişopîne û pûç bike. Rojnama Haaretsê jî nivîsî ku mertalên berevanîya esmanî yên Israyîlê himber mûşekên pêşketî yên Îranê têk çûn. Radyoya Artêşa Rejîma Sîyonîst jî ragihand ku di encama pêla êrişên Îranê da gellek avahî kavil bûne, j iwan gellek avahî li Tel Aîvê hilweşîyane.

Şebekeya Al Jazeerayê jî ragihand: Israyîl nikare himber derbên bi vî rengî xwe ragire. Mûşekên îranî rûxîner in û mertala berevanîya esamnî ya Israyîlê bi giranî têk çûye.

Sky Newsê jî ragihand: Isrsyîl ketîye ber zîyanên giran.

Al Hadasê jî ragihand: Ihtimala jordahatina mûşekên hilgirê kumikên teqandinê yên taybet heye.

Al Arebî`yê ragihand: Tevî sansora ji hêla Israyîlê va, 13 kes di encama êrişên Îranê da hatine kuştin. 

Al Arabîyeyê jî ragihand: Di encama êrişên Îranê yên şeva buhurî da herîkêm 9 kes hatin kuştin, 35 kes bêseruşûn bûne û 200 israyîlî jî birîndar bûne.

Rusia Todayê jî ragihand: Kes nizane bi rastî di cebilxanên Îranê da çend xwofirr û mûşek hene. 

Serepeyv