DAIŞ'ê gef li dêyrên protestanên Tirkiyê xwar
Îlon 08, 2015 21:19 Asia/Tehran
Rojnama Today Zaman ya Tirkiyê li raporekê ragihand ku nêzîkî 120 dêyrên protestan li Tirkiyê de peyamên bi gef ji aliyê grûpa terorîstî ya DAIŞ'ê standine.
Rojnama Today Zaman ya Tirkiyê îro li vê raporê de desnîşan kiriye ku 120 dêyrên protestan li Tirkiyê de ji riya E-Mailê peyamên bi gef standine ku dibêjin ev peyamana ji aliyê grûpa terorîstî ya DAIŞ'ê ne.Hin qeşe û metralên fileyan jî ragihandine ji riya SMS jî ji aliyê mirovên nenas peyamên bi gef standine û mirovên hanê gef li wan xwarine ku yê wan bikujin.
Hejî gotinê ye ku hikûmeta Enqerê bi piştgiriya ji grûpa terorîstî ya DAIŞ'ê li Sûriyê bû şerîkê vê grûpa terorîstî li rijandina xwîna gelê Sûriyê û Iraqê û ev welatan bê ewleh û îstiqrar kirin û niha wer xuya dike ku berê vî agirî ber bi Tirkiyê kişyaye.