Tebax 04, 2025 17:06 Asia/Tehran

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezzeyê derbarê şehîdbûna 94 filistîniyên din û birîndarbûna 439 kesên din di encama êrişên Rejîma Siyonîst û rewşa mirovî ya karesatbar a li Xezzeyê agahî da.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li zîvala Xezzeyê ragihand ku di 24 sietên borî de, cenazeyên 98 şehîdan, ji wan çar kesan ku ji bin kavilan hatin derxistin û 439 birîndar  bo nexweşxaneyên vê navçeyê hatine veguhastin.

 Vê wezaretxaneyê tekez kir ku hejmareke zêde ji qurbaniyan hîn jî di bin xirabeyan û li kolanan de mane û tîmên rizgarkirinê ji ber xeterên êrişên berdewma nikarin bigihîjin wan.

Li gorî van amarên fermî, ji destpêka êrişa leşkerî ya Rejîma Siyonîst ser Xezzeyê di 7ê Cotmeha 2023an  ve heta niha hejmara şehîdên van êrişan gihîştiye 60 hezar û 933 kesan û hejmara birîndaran jî gihîştiye 150 hezar  û 27 kesan.

Di 24 sietên derbasbûyî de 29 filistîniyên ku hewcedarê alîkariyê bûn li navendên belavkirina alîkariyan li zîvala Xezzeyê şehîd bûn û zêdetirî 300 kesên din jî birîndar bûn.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezzeyê ragihand ku di 24 sietên derbasbûyî de nexweşxaneyên zîvala Xezzeyê 5 mirinên ji ber birçîbûn û kêmbûna xwarinê tomar kirine.

Hejmara qurbaniyên birçîbûn û kêmbûna xwarinê li zîvala Xezzeyê gihîştiye 180 kesan ku 93 ji wan zarok in.

Rejîma Siyonîst di dewama êrişên ser Rexê Rojavaya dagirkirî, vê sibê  navendeke cotkariyê li nêzî bajarokê Qebatiyê, li başûrê Cenînê da ber êrişan ku  di encamê de herî kêm 2 filistînî hatin şehîdkirin.

Serepeyv