Îlon 08, 2015 21:08 Asia/Tehran
  • Hejmara polîsên jiyana xwe ji dest dan bû 14

Di teqîna li bajarê Îdirê de 14 polîsên Tirki jiyana xwe jidest dan. Tê gotin ku hejmarek jî birîndar hene.

Îro danê sibê li deriyê sînorê Dilicu ya li ser riya Îdir û Naxçiwanê, mayinek di wesayita polîsên Tirkiyê de teqiya. Di encama vê teqînê de 14 polîsan jiyana xwe jidest da.
Li gor ragehandina Tirkiyê êrîş ji aliyê gerîlayên PKK’ê ve hatiye encamdan û ji dûr ve mayin hatiye teqandin.
Heta gotin ku hejmarek polîs jî di vê êrîşê de birîndar bûne û ew gihandina nexweşxaneyan.
Hêzên ewlekariya Tirkiyê piştî vê bûyerê li herêmê dest bi operasyonê kir.
Eva du meh in ku şerê di navbera hêzên hikûmeta Tirkiyê û şervanên PKK despê kiriye û agibesa du salî ya di navbera wan di encama êrişên balafirên hikûmeta Enqerê ser pêgeh û çeperên PKK'ê li bakûra Iraqê ji nav çû. Hikûmeta AKP piştî şkesta li hilbijartinên heftê hezîranê li dû rê û şêwazek digeriya ku hilbijartinên dubare birêxine, vêca ji bo ku dengên netewperêzên tirk jî bikişîne aliyê xwe şerê li dij PKK da despê kir da ku hem ser partiyên kurd teng bigire an wan ji meydanê derxe û hem jî netewperêzên tirk razî bike.