Îlon 08, 2015 20:53 Asia/Tehran
  • PKK’ê firokeyek sîxûrî yê Tirkiyê xiste xwarê

Gerîlayên PKK'ê li navçeya Metîna ya ser bi bajarê Duhokê firokeyek sîxûrî yê bê pîlot ê Tirkiyê xistine xwarê.

Berpirsek pilebilind ê Hêzên Pasatina Gel HPG’ê beskê leşkerî yê PKK'ê ji peyamnêrê BasNews ê Duhokê re ragihand ku duh firokeyên sîxûrî yên Tirkiyê li herêma Metîna ya Behdînanê li
Berpirsê HPG’ê gotiye niha ew firoke ketiye destê gerîlayan û li ser lêkolînan dikin.
Piştî ji nûve destpêkirina şerê PKK’ê û dewleta Tirkiyê eve duwemîn firokeya bê pîlot (bê mirov) e ku ji aliyên gerîlayan ve tê xistin. Beriya niha jî li herêma Şirnexê gerîlayan firokeyek anîbûne xwarê.