Îlon 08, 2015 20:49 Asia/Tehran
  • Li Idîrê êriş: 10 polîsên Tirk hatine kuştin

Îro danê sibê li navçeya Idîrê ya Kurdistana Tirkiyê di encama êrişeke gerîlayên PKK li dijî hêzên ewlekariya Tirkiyê de 10 polîs hatine kuştin û 3 polîs jî birîndar bûne.




Li gor nûçeya rojnameya Radîkalê ya Tirkî, îro danê sibê gerîlayên PKK kemînek li pêşiya otobusa polîsên Tirk li ser riya gundê Hesenhanê ya ser bi Igdîrê danîne û di encama teqîna bombeyeke çandî bi otobusa polîsan ve 10 polîs hatine kuştin û 3 polîs jî birîndar bûne.





Li gor nûçeyê li herêmê di navbera gerîlayên PKK û artêşa Tirkiyê de şer berdewame.





Hêjayî gotinê ye ku her duh li navçeya Oramar ya Geverê gerîlayên PKK di encama kemînekê de li geliyê Doskî têde 16 serbazên Tirk kuştin, li gor daxuyaniya HPG jî di wê şerî de 31 leşkerên Tirk hatine kuştinê.