Îlon 08, 2015 19:49 Asia/Tehran
  • Ketina Hêzên Tirkiyê nav axa Iraqê

Çavkaniyên medyayî ji ketina hêzên Tirkiyê nav axa Iraqê bi mehneya şopandina endamên PKK`ê agahî dan û Enqere jî vê meselê piştrast kir.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Farsê, malpera nûçeyan a Rusye El- Yewmê, li nûçeyeka lezgîn ragihand ku Tirkiye bi mehneya şopandina hêzên PKK`ê li Herêma Kurdistana Iraqê, ji erdê va ketiye nav bakûrê Iraqê. Ajansa nûçeyan a Fransayê û çend malperên din ên nûçeyan vê nûçeyê piştrast kirine. Enqere jî ragihandiye ku ev yeka yê ji bo demeka bêsînor be.


Eva li halekê ye ku giraniya êrişên PKK`ê dijî hêzên çekdar ên Tirkiyê li başûr û başûrê rojhilatê Tirkiyê li du rojên buhurî zêde bûne û hejmareka zaf a ji hêzên Tirkiyê ketine dava endamên PKK`ê û hatine kuştin.


Şeva derbasbûyî jî nêzî 50 balafirên şêrr ên Tirkiyê, pêgehên PKK`ê yên li Herêma Kurdistanê dan ber êrişan û di vê navçeyê da, operasiyon pêk anîn.


Operasiyona heweayî ya Tirkiyê li esmana bakûrê Iraqê bi nerazîbûna Bexdayê û îzna Mesûd Barzanî, serokê Herêma Kurdistana Iraqê ku dema serokatiya wî bi dawî hatiye pêk tê.