Îlon 08, 2015 17:37 Asia/Tehran
  • PKK'ê 20 karkirên revandî azad kirin

Endamên Partiya Karkirên Kurdistanê (PKK'ê) 20 karkirên tirk li bakûra Iraqê revandibûn, azad kirin.

Beşa erebî ya Sky News'ê ji zarê çavkaniyên haydar ragihand ku endamên PKK'ê îro 20 kakirên tirk ku ji despêka pevçûnên di navbera endamên vê partiyê û artêşa Tirkiyê di 25 'ê Tîrmehê da revandibûn, serbest berdan.Li gorî rapora çavkaniyên haydar 11 karkir li derbasgeha sînorî ya Serzêrê di navbera Trkiye û Iraqê da kar dikirin û 9 jî karmend û karkirên şîrketa çêkirina riyan ya Tirkiyê bûn.
Li gorî raporan, karkirên hanê li devera Kanî Masî li bajarê Dihokê li bakûra Iraqê hatin azadkirin.


Biryar bû ku kesên hanê rojan berî niha bin çavdêriya nunerên saziyên civaka medenî da bên azadkirin lê êrişa hewayî ya Tirkiyê pêşî li azadkirina van kesan girt.


Li gorî gotina çavkaniyên haydar, kesên azadbûyî demlidest ber bi Tirkiyê hatin veguhestin.