Bersiva Zerîfi bi idiayên Erdogan
Îlon 08, 2015 16:26 Asia/Tehran
Mihemed Cewad Zerîf, wezîrê karên derve yê Komara îslamiya Îranê, li civîna çapemeniyê ya ligel hevtayê xwe yê spanyayî li Têhranê, li berteka li hember gotinên Receb teyîb Erdogan, ên li bara koka ewaretî û koçberiya xelkê Sûriyê got: Kesên ku li bara serokkomarê Sûriyê, şert û mercan danîne, li du- sê salên buhurî bûn sedema ku şerrê li Sûriyê berdewam be û ew berpirsên xweînrijandinên ku li Sûriyê qewimîn in.
Dixtor Zerîf herwiha got: Bi durûşmên ku mixabin ji welatên cînarên Sûriyê tên bihîstin, aştî yê nezivire Sûriyê belki bi raestandina îzna bo terorîstan ji bo bi karanîna welatê wan bona êrişa ser Sûriyê dikarin alîkariya vê yekê bikin ku pirsgirêka Sûriyê çareser bibe.Receb Teyîb Erdogan, serokkomarê Tirkiyê, li hevpeyvîneka televîzyonî, ji aliyekî va hevpeymanên xwe yên li peymana NATO'yê tawanbar kir ku pişta PKK'ê digirin û ji aliyê din va ji bo ku rola Tirkiyê ya li şerrê li Sûriyê û piştgiriya wê ya ji terorîstan veşêre, piştgirên dewleta Sûriyê yanê Îran û Rusyê berpirsên pêkhatina qeyrana awareyan li Ewrûpayê dan zanîn. Erdogani idia kir: '' Ew welatana qet bi dû navbeynkariya li rewşa Sûriyê da nînin, ew hertim pişta Beşar Esed girtine. Ew tu wextî fikra vê yekê nakin ku divê çawan serokê zalim ê Sûriyê ji desthilatê bînin xwarê.''
Dewleta Tirkiyê li nav û derveyî sînorên xwe bi qeyranên aborî, siyasî û yên ewlehiyê re rûbirû ye û serokkomarê Tirkiyê ji bo ku berpirsayetiyên xwe yên pêkanîna van qeyranan veşêre, sûcê davêje stuyê yên din. Dewleta ku bi serokatiya Erdogani li sala 2002'an, li Tirkiyê bû desthilatdar û dirûşmeya wê ji holêrakirina pirsgirêkên Tirkiyê bi welatên cînarên wê bû, niha bûye navenda veguhestin û tranzîta terorîstan bo Sûriye û Iraqê ser navê şerrê ligel desthilata zalim a Beşar Esed. Birêz Erdogan, wer nîşan dide ku ji Beşar Esed zêdetir dilsojê xelkê Sûriyê ye. Erdogan behsa zilma Esed û piştgiriya Îran û Rûsyê ji wî dike lê qet behsa wêranî û awarebûna 11 mîlyon sûrî û mirina 250 hezar kesî nake. Kifşkirina çarenivîsa her welatekî li destê gelê vî welatî ye. Wisan ku Erdogan û ne tu kes ji xelkê Tirkiyê xwetêkilkirina tu welatekî din a li karûbarên navxweyî û bi taybet di warê desthikatdariya neteweyî, qebûl nakin, xelkê Sûriyê jî bixwe berpirsê kifşkirina çarenivîsa xwe ne.
Piştgiriya Îranê û Rûsiyê ji Sûriyê, piştgiriya ji xelkê vî welatî li hember terorîstên herî bi rêkûpêkbûyî yên dinyayê ye. Eger ku piştgiriyên Îran û Rûsiyê nebûna, kifş nebû ka niha çi bihata serê xelkê Sûriyê.
Niha mijara Sûriyê, Bişar esed nîne. Her desthilatdarekî xalên lawaziyê û yên baş hene. Gotinên Erdogani yên li bara zalimzanîna Bişar Esed û piştgiriya Îran û Rûsyê ji wî, tenê ji bo jinavbirina eslê meseleya qeyranekê ye ku ne tenê Sûriyê belki navçeya Rojhilata Navînê û dinyayê bi gefa cidî ya ewlehiyê re rûbirû kiriye.
Rêxistina terorîstî ya herî mezin a cîhanê ser navê DAIŞ'ê bi endamên xwe yên ji sed welatên dinyayê netewekê dide ber kêran û dikuje. Di rewşeka wiha da, serokkomarê Tirkiyê behsa zilma Esed dike. Ewlewiyeta yekem a welatên navçeyê û lîstîkvanên dernavçeyî yên li Rojhilata Navînê, sekinîna li hember grûpa terorîstî ya DAIŞ'ê û grûpên wekî wê ye. Tirkiye welatekî mezin û bibandor li navçeyê ye, eger ku nexwaze reftarên xwe yên berê biguherîne, belaya tundrêtî û şidetê yê were serê wê jî.