Çend xal li bara şerrê xwînîn ê artêşa Tirkiyê û PKK'ê
Îlon 08, 2015 15:59 Asia/Tehran
Van rojan şerrê nava artêşa Tirkiyê û PKK'ê bûye sernivîsa dezgehên ragihandinê yên navçe û cîhanê.
Nûçeya li bara mirina bi dehan leşgerên tirk û endamên PKk'ê bû sebbe ku dîsan jî ev pirs di raya giştî da bê holê ku gurrbûna vî şerrî sûcê kê ye û çima her du alî dîsan ketine nava şêrr.Akîsîlar, lêhûrkarê siyasî û hevahengkarê Navenda Lêkolînên Siyasî û Civakî ya Diyarbekirê di vê barê da dibêje: Pirs gellek xwerû ye. Dewleta Tirkiyê dixwest bi şerrê dijî PKK'ê dengên neteweperestan li hilbijartinên da bi dest bîne sa ku bikaribe bi ser keve.
Lê wisan diyar e ku gellek kes ser vê bawerê bûne.
Cem Karakos, birêvebirê Saziya Mafên Mirov a Tirkiyê li Gazî Antepê jî ser vê bawerê ye û dibêje ku êrişa artêşa Tirkiyê ser PKK'ê dikare wekî berteka Erdoxan hemberî encamên hilbijartinê bê dîtin.
Tevî ku rayedarên dewletê vê nêrînê red dikin û PKK'ê hokara gurrbûna şêrr û binpêkirinaagirbesê didin zanîn.
Hevdem ku dewleta Enqerê hewl dide sa ku HDP'ê jî wekî beşeka PKK'ê bide nasandin ku hebûna wê dijî yekparçetiya axa Tirkiyê ye lê kurdên dijber ji vê siyaseta Enqerê rexne dikin û raya giştî ber bi peyamên aştîxwazane yên HDP'ê ve dibin û dibêjin ku dewleta Enqerê dixwaze bi wêdabbirina HDP'ê riya şareseriya aştiyane ya pirsa kurd têk bibe.
Wisan xuya ye dewleta Enqerê dixwaze hem êrişî PKK'ê bike hem jî partiyên siyasî yên kurd lawaz bike.
Loma jî hilbijaritna meha Novambrê gelelkî girîng e. Niha wisan diyar e ku pevçûna ereeke nava AKP û HDP'ê ye.
Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) yekemîn partiya kurd e ku karî ji berbenda 10% derbas bibe û 13% dengan ji xwe ra bibe û vê yekê hevkêşeyên siyasî yên Tirkiyê tevlihev kirin. Hin lêhûrkar bi bawer in ku HDP'ê bi hatna xwe ya çaalak karî gellek dengên AKP'ê ji xwe ra bibe. Wisan xuya ye ku AKP vê yekê wekî asstengî dibîne loma jî hin karnasên siyasî şerrê nava artêşa Tirkiyê û PKK'ê encama vê rewşê dizanin.
Tevî ku hinn navendên siyasî yên kurd ji PKK'ê rexne dikin, ew bi bawer in ku Evdille Ocalan êdî wekî berê nikare PKK'ê kontrol bike û bêdengiya watadar a Ocalan di vê rewşê da delîla gotina xwe didin zanîn.
Renge PKK hez nake ku HDP û dewlet bi hev ra danûstandinan bikin û ji vê rewşa aloz a Rojhilata Navînê mifa digire sa ku serpişkiyan ji dewletê bigire.
Em gerek li bendê bin ta ku bibînin ka di hilbijartinan da AKP yan HDP kîjan bi ser dikeve.