Îlon 03, 2015 21:47 Asia/Tehran
  • 4 zarok di nav ava Diclê de xeniqîn

Li navçeya Cîzîra Şirnexê 4 zarok ku sê ji wan bira bûn di çemê Dîcle de xeniqîn. Termê 3 zarokan peyda bû û yê yekê li ber pêlan çû.

Li navçeya Cîzîra Şirnexê 4 zarok ku sê ji wan bira bûn di çemê Dîcle de xeniqîn. Termê 3 zarokan peyda bû û yê yek li ber pêlên avê çû.
Li gor nivîsîna malpera Bas Newsê, li navçeya Şirnexê Cizîrê, li nêzîk taxa Konakê 3 bira û pismamek, bi giştî 4 zarok ketin ber pêlên avê û xeniqîn. Piştî ku zarok ketin ber avê welatiyan xwestin wan rizgar bikin, zarokê bi navê Haşim Acar ê 8 salî ji nav avê derxistin û gihandin nexweşxanê. Lê bi tevê hemû hewldanan jî, Haşim nehate rizgar kirin.
Piştî hingî tîmên lêgerînê termê zarokê 10 salî Îsa Acar û Mehmûd Acarê 11 salî derxistin. LÊ termê Mustafa Acar nehate peyda kirin.
Hate zanîn ku Îsa, Mehmûd û Mistefa birayê hev in û Mehmûd û Mistefa jî cêwîne.
Hate dîtin ku piştî vê rûdanê jî zarok bêyî parastin dikevin nava ava Dicleyê.