Daxwaza Efûyê Navneteweyî jibo rawestandina Komkujiyên li Xezzeyê
Rêxistina Efûya Navneteweyî Kuştina bi qest a Rojnamevanan ji aliyê Rejîma Siyonîst ve Şermezar kir.
Rêxistina Efûya Navneteweyî daxwaza rawestandina demlidest a kuştinan û pêkanîna lêkolînên serbixwe ya kuştina rojnamevanan li Xezzeyê û banga tedbîrên lezgîn ên navneteweyî li Xezzeyê kir.
Vê rêxistinê diyar kir ku rojnamevanê El Cezîrê Enis El Şerîf û hevkarên wî çav û dengê Xezzeyê bûn û tevî birçîbûn û westiyanê jî bi wêrekî rûmalkirina nûçeyan berdewam dikin. Vê rêxistinê bang li welatên cîhanê kir ku ji bo rawestandina kuştinên girseyî ji aliyê Rejîma Siyonîst ve bi lezx bikevin dewrê . Bi şehîdbûna 5 rojnamevanan di encama êrişa siyonîstan ser konên rojnamevanan li derora Nexweşxaneya El Şifayê,hejmara rojnamevanên şehîd gihîştiye 269 kesan.