Daxwaza boykotkirina kelûpelên amerîkî li Hindistanê
Tebax 12, 2025 19:49 Asia/Tehran
Hevgavê ku hikûmeta Hindistanê texmîn dike ku ji zêdetirî nîvê hinartina vîw elatî bo Amerîkayê dê di bin tarîfeyên gumrukê yên Donald Trump serokkomarê Amerîkayê de bin li vî welatî dengê boykotkirina kelûpelên Amerîkî tê bihîstin.
Biryara Donald Trump a kivşkirina tarîfeyên sedî 50 li ser kelûpelên ku ji Hindistanê tên kirîn li welêt pêlek bertekên neyînî derxistiye holê. Vî karî hestên dijî-Amerîkî zêde kiriye û li qada giştî û li ser medyaya civakî bangên boykotkirina markên Amerîkî ketien rojevê.