Serokkomarê Tirkiyê rexne li YE kir
Îlon 03, 2015 21:18 Asia/Tehran
Serokkomarê Tirkiyê bi rexnekirina welatên endamên Yekitiya Ewropayê (YE), ev welatana sûçdar dan zanînê ku behra Sipî kirine goristana koçber û penaberan.
Li gor ragihandina IRNA, serokkomarê Tirkiyê, Receb Teyib Erdogan balkişande ser meytê zarokê kurd yê Kobaniyê li beravên Budrumê di nav axa Tirkiyê û got: Welatên ewropî negihêştine hawara penaber û koçberan ku dixwazin ji deryaya Sipî derbasî van welatan bibin û eva bûye sedem ku gelek ji wan di nav vê deryayê bixeniqin.Serokkomarê Tirk ku ji ticarên tirk û biyanî re diaxivt got: Konseya Ewlekariyê ya NY bi tenê ser kara pênc welatên endamên wê yên hertimî tevdigere û dixebite.
Li van rojên dawiyê gelek bûyerên diltezîn ji bo koçber û penaberên ku bi hêviya jiyaneke baştir û ewlehiyê ber bi Ewropayên bi rê ketine qewmîne ku yek ji wan bûyeran xenqîna wan di nav derya Sipî ye.
Malpera rojnama Millyet ya Tirkiyê çend wêne û girteyek vîdeo belav kiriye ku, têde di dema çûyîna çend koçberên Kurd bo welatên Ewropî li Derya Sipî ji ber têkçûna hevsengiya keştiyê û hebûna hejmareke zav ji koçberan li ser wê keştiyê, dayîk û 2 zarokên wê xeniqîne. Ew 2 zarok û dayîka wan Kurdên Sûriyê ji bararê Kobanê bûn ku dixwestine koçî Ewropa bikin, lê Derya Spî bû rêgir ji wan re ku ew xenqîn û meytên (termên) zarokan jî li berava derya Budrumê li Tirkiye hatin dîtin, belav bûna van wêneyan bi taybet belav bûne wêneya Alan Kurdî zarokê sê salî yê Kobanê li Budrumê bûye sedema dengvedaneke berfire li medyaya cîhanê. Ev dengvedana ewqas berfire bû ku serokkomarê Tirkiyê Erdogan ku bi xwe û hikûmeta wî wek piştgirê DAIŞ'ê, sebebkarê gelek ji van bûyerên diltezîn e, bi taybetî ji kurdan re, neçar ma li ber vê bûyera diltezîn bê deng nemîne û bertekê nîşan bide.