Îlon 03, 2015 16:57 Asia/Tehran
  • Rexneya tund a Demirtaş: Bila PKK demlidest operasyonan rawestîne

Êrişên ser tîmên hawarçûyînê, tixtor û nêrs û ambolansan ji her aliyekî va dibe bila bibe, nayên qebûlkirin. Operasyona leşkerî ya PKK'ê xasma ev cura operasyonê divê zûtirkê bê sekinandin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Kurdpress'ê û ji zarê rojnama Zaman çapa Tirkiyê, Selahedîn Demirtaş, hevserokê Partiya Dêmokratîka Gelan (HDP) li axivtinekê bal kişande ser pevçûnên di navbera artêşa Tirkiyê û PKK'ê da û ev partiya ji ber kuştina tixtorekî di encama pevçûnên vê dawiyê da bi tundî rexne kir û got: "Êrişên ser tîmên hawarçûyînê, tixtor û nêrsan û ambolansan ji aliyê kê va dibin bila bibin, nayên qebûlkirin. Em van karana bi tundî şermezar dikin.
Operasyona leşkerî ya PKK'ê xasma ev cura operasyonê divê zûtirkê bê sekinandin. Êrişa ser tixtoran û tîmên pizişkiyê heta di exlaqê şêrr da jî karekî baş nîne. Di şerên herî tund ên dîrokê da, tixtor hertim ji êrişan hatine parastin. Divê her kes vê yekê berçav bigire."
Hevserokê HDP'ê desnîşan kir: Hikûmetê li warê operasyonên curbicur ku ser navê Têkoşîna Dijî Dezgehên Paralêl bi rê xistine tu belgeyek raber nekiriye.
Serokomar, serokwezîr, desteya wezîran û medyayên nêzîkî wan rewşek pêk anîne ku Cimeta Gulen dijminê herî mezin ê komara Tirkiyê dane nasandin. Ez ji serokwezîrê welêt lawahiya dikim ku hegera vê hêrsa li hemberî Cemaeta Gulen bêje ta ku em û tevayê miletê Tirkiyê li vê dijminatiyê bihesin. Hikûmeta Tirkiyê bo ku derbê li Cemaeta Gulen bide her karekî neqanûnî kiriye. Ez fikir dikim vê mijarê ji tolhildanekê çavkanî girtiye.