4 eskerên Tirkiyê hatine kuştin
Îlon 03, 2015 16:24 Asia/Tehran
Li navçeya Kerborana Mêrdînê dema ku erebeya polêsan derbas dibû mayîn teqîya, di encama teqîna mayînê de 4 polêsan jiyana xwe ji dest dan.
Li gor rapora Kurdpress`ê ji zarê Ajansa ILKHA`yê, polêsan li ser îxbara şewitîna mektebekî diçûn cihê bûyerê, dema ku ji bona mudaxele diçûn cihê bûyerê mayîna di rê de hat teqandin . Di encama teqandina mayînê de 4 polêsan jiyana xwe ji dest dan.Di encama teqendina mayînê de Amîrê Ewlehîyê ya Navçê Îbrahîm Xelîl Aksoy û polêsên bi navê Ahmet Akalin, Akîf Hatunoglu û Mehmet Huseyîn Balta hatin kuştin.
Eva mudeheke ku rewşa nav Tirkiyê aloze.
Tirkiyê ku heta mudehekê ber niha bi eşkera ji grûpa terorîstî ya DAIŞ'ê piştevanî dikin vê dawiyê ketiye nav rêza hevalbendên dijî DAIŞ'ê û şerên xwe dijî vê grûpa terorîst û herwisa şerê dijî PKK dest kiriye.