Îlon 03, 2015 16:13 Asia/Tehran
  • CHP jî alîkariya operasyonên dersînorî dike

CHPê ragihand, piştgîriya nûkirina mohleta pêkanîna operasyonên serbazî yên Artêşa Tirkiyeyê li derveyê sînorê wî welatî dike.

Li gor rapora Kurdpress`ê ji zarê medyayên Tirkiyeyê, Partiya Komarxwaz a gel (CHP) biryar daye di Parlamentoya Tirkiyeyê de piştgîriya projeyasaya nûkirina mohleta encamdana operasyonên leşkerî yên dervesînorî bike û bi dengê erênî vê proje yasayê pesend bike.
CHPê ragihandiye, vê carê ew dibînin ku niyetek ciddî bo şerkirina li dijî grûpa terorîstî ya DAIŞê heye, lewma ew dê piştevaniya wê projeyasayê bikin.
Pêştir CHPê û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li dijî wê projeyasayê derketibûn û ew proje erê nekiribûn.
AKP pêşniyara dirêjkirina dema operasyonên dersînor kiriye.r
Partiya Tevgera Netewperest a Tirkiyeyê (MHP) jî ragihandiye, ew operasyonên dervesînorî ên Artêşa Tirkiyeyê pesend dikin û dê piştgîrî biidn pêşniyara AKP'ê.