Biryara Konseya ewlehiya netewî ya Tirkiyê bona birêxistina aşitî û ewlehiyê li Sûriyê
Îlon 03, 2015 16:02 Asia/Tehran
Konseya ewlehiya netewî ya Tirkiyê li daxûyaniyekê ji îrada vî welatî bona damezirandina aşitî û ewlehiyê li Sûriyê xeber da.
Li gor rapora ajansa Anatoliyê ji Enqerê, Konseya ewlehiya netewî ya Tirkiyê çarşemê şev û piştî destbikar kirina dewleta berwext li vî welatî bi serokatiya serokkomar û pişkdariya birek ji wezîrên dewletê û serok erkantiya artêşa vî welatî civînek pêk anî.Li vê civînê bilî gotûbêjên li ser teybîrên pêwîst bona qahîmkirina ewlehiya sînorên Tirkiyê, ser îrada vî welatî bona damezirandina aşitî û ewlehiyê li Sûriyê û hevkariya Enqerê tev hevalbendên dijî DAIŞ'ê û li nav axa Sûriyê û Iraqê jî gotûbêj hate kirin.
li daxûyaniya Konseya ewlehiya netewî ya Tirkiyê herwisa ser pêwîstiya xebata zêde ya Yeketiya Ewrûpayê bona sekinîna li hemberî kirîza koçberan ku li ser navça Medîteranê û Ewrûpayê tesîr kiriye jî hatiye sekinîn.
Li vê daxûyaniyê herwisa ser pêkhatina navçeyeke vala ji terorîstan li nav axa Sûriyê jî hatiye sekinîn.
Biryara Konseya ewlehiya netewî ya Tirkiyê bona birêxistina aşitî û ewlehiyê li Sûriyê li halekê tê girtin ku dewleta Enqerê bi xwe nexş û roleke sereke bona alîkarîdayîna bi grûpên terorîstî li nav axa Sûriyê û perwerdekirina wan hebûye.