PKK ê firokeyeke Tirkiyê xiste xwarê
Îlon 03, 2015 13:20 Asia/Tehran
Hinek ji medyayên navçê ragihandin ku , PKK`ê firokeyeke Tirkiyê xiste xwarê
Li gor rapora Kurpress`ê ji zarê Rojnews`ê, Firoka Sûxûriyê ya Artêşa Tirkiyê ku li ser qereqola Gare ya li navçeya Şemzînan a Colemêrgê difiriya, ji aliyê PKK ve hat xistin.firoka sûxûriyê ya Turkiyê li ser qereqola Gare ya li Şemzînan keşif dikir, ji aliyê PKK ve hat xistin, balafira ku bi navê Bayraktar tê nas kirin, dema derbe xwar li nêzîkî qereqolê ket xwarê. piştre gerîla çûn cihê bûyerê û piştrast kirin ku balafir ketiye.
Navenda Çapemenî û Ragihandina PKK’ê jî xistina wê firokê ji aliyê gerîlayan ve piştrast kir