-
Riya navdewletî ya Îbrahîm Xelîl hat vekirin
Nîsan 12, 2021 22:53Parêzgarê Duhokê Elî Teter di merasîma temambûna projeya riya Zaxo–Îbrahîm Xelîl de ya Herêma Kurdistanê ragihand; ji 32 projeyên xizmetguzariyê, 28 projeyan karên xwe temam kirine.
-
Balafirên Artêşa Tirkiyê gundekî Zaxo bombebaran kir
Kanûn 29, 2020 12:28Balafirên şer ên Artêşa Tirkiyê gundê Bankê yê jêr ê navçeya Zaxo ya ser bi parêzgeha Dihokê ve ya Herêma Kurdistanê, bombebaran kir.
-
Artêşa Tirkiyê gundiyên Zaxoyê ku xwestin biçin nav baxên xwe hedef girtin
Kanûn 20, 2020 04:17Dewleta Tirkiyê ev du roj in bênavber gundên Zaxoyê topbaran dike. Hate ragihandin ku şêniyên gundê Şilînê dema xwestine biçin nava baxên xwe, ji aliyê qereqolên dewleta Tirkiyê yên li Herêma Kurdistanê ve hatine topbaran kirin.
-
Tirkiyê sînorê Batîfa ya Zaxoyê bombebaran kir
Kanûn 09, 2020 00:06Rêveberê Bajarokê Batîfayê ji Rûdawê re ragihand, balafirên şer ên Tirkiyê nêzîkî gundê Banka Jor û Banka Jêr ên li sînorê vî bajarokê Zaxoyê bombebaran kirine û li gor zanyariyan otomobîleke PKKê li nêzîk gundê Banka Jor bûye armanc. Wezareta Berevaniya Tirkiyê jî dibêje, di êrîşekê de li bakurê Iraqê 11 gerîlayên PKKê hatine kuştin.
-
Artêşa Tirkiyê careke din êrîşî ser gundên Herêma Kurdistanê kir
Kanûn 07, 2020 16:27Li pe êrîşa asimanî ya Tirkiyê li ser navçeya Zaxoyê ya parêzgeha Dihikê li Herêma Kurdistanê, elektrîka sê gundên vê navçeyê hat qutkirin.
-
Balefirên Tirkiyê carek din gundên Zaxoyê bombebaran kirin
Mijdar 10, 2020 23:53Balefirên şer ên dewleta Tirkiyê ya dagirker gundên derdora Zaxoyê bombebaran kirin. Di encama êrişê de ziyanek mezin bi rez, bax û xaniyên welatiyan gihand.
-
Herêma Kurdistanê; Dewleta Tirkiyê derdora gundekî Zaxo bombebaran kir
Îlon 26, 2020 21:25Balafirên Dewleta Tirkiyê derdora gundekî bajaroka Batîfa ya Zaxoyê bombebaran kir. Ji ber bombebaranê ziyanek zêde bi xanî û baxên welatiyan giha.
-
Herêma Kurdistanê; Rojnameger Ehmed Zaxoyî û çalakvan Cîhangir Sindî hatin berdan
Tebax 31, 2020 12:19Rojnameger Ehmed Zaxoyî û çalakvanê civaka sivîl Cîhangir Sindî ku ji aliyê PDK’ê ve hatibûn binçavkirin, hatin berdan.
-
Li Herêma Kurdistanê hemleya girtina rojnamegeran didome
Tebax 26, 2020 14:15Partiya serwer a li Herêma Kurdistanê asta binpêkirinên xwe yên li dijî rojnamegeran zêde kiriye. Rojnamegerên ku ji aliyê desthilatdariyê ve hatibû girtin, gotin: " Partiya desthilat ditirse ku gendelî û rewşa krêt a li herêmê belav dibe, lew re rojnamevanan digire."
-
Balafirên şêrr ên Tirkiyê êrîşî ser gundên Zaxoyê kirin
Tebax 10, 2020 18:21Balafirên şer ên dewleta Tirkiyê şeva Yekşemê bombe li herêma Batûfa ya Başûrê Kurdistanê barandin.