Leşkerê Rejîma Siyonîstî şeva borî bi êrişa ser xwepêşandana filistîniyan li gundê Kefer Qedûm yê Rojavaya Çemê Urdinê (Qitayê El-Xerbiye) herî kêm 20 filistînî birîndar kirin.
Rêxistina EMEP’ê ya Dersimê, bertek nîşanî îhaleya madenê ya ku tê plankirin li Dersimê bê avakirin da û got: “Dixwazin jêderkên me yên sererd û binerd talan bikin û gel bêpêşeroj bihêlin.”
Gelê Behreynê tevî bicihbûna hêzên ewlehiyê li nav kolanan bi lidarxistina xwenîşandanê, dijayetiya xwe digel asayîkirina pêwendiyên desthilatdarên Alê Xelîfe û Rêjîma Siyonîst ragihand.
Dijberên serokwezîriya Benyamîn Netanyahû îro jî cardin ketin kolan û koçan û li bar mala wî civiyan û li dijî Netanyahu slogan avêtin û xwestin bila ew ji ser serokwezîriya Rejîma Siyonîstî îstîfayê bike.
Serokwezîrê Iraqê tevî pêgiriya li ser vê yekê ku wezîrên kabîneyê divê guh bidin xwestekên neraziyan, got: Nabe ku rê bidin brokrasiyên îdarî di xebata dewletê da astengiyan çêbike.
Li paytexta Lîbyayê, Terablusê gel li dijî hikumeta Wîfaqê daketin qadan. Çekdarên girêdayî bi Tirkiyê gule li xwepêşanderan reşandin.
Piştî ku çeteyên "Artêşa Niştimanî ya Sûriyê" ya girêdayî bi dewleta Tirkiyê li jinekê dan, li bajarê Girê Spî yê dagirkirî çalakiyên protestoyî li dar ketin. Di heman demê de komên çete bi hev ketin.
Bi sedan endamên rêxistina bi navê "Kongreya Star" a Helebê li dijî "sûcê tecawizkirina keçeke ciwan a ji Êlihê (Batman)" daketin qadan.
Sekreterê giştî yê Tevgera Esaiba Ehlê Heq a Iraqê got: Jibo Amerîkayê tenê petrola Iraqê girîng e û ji ber vê yekê li dû talankirina heyitiya vî welatî ye.
Bi sedan kes ji xelkê parêzgeha Hesekeyê li bakurê rojhilata Sûriyê biu nîşana hebûna neqanûnî ya çekdarên amerîkî xwenîşandan bi rê xistin.