Xwenîşandana li Fransayê dijî qanûna ku koçberên biyanî sînordar dike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i340403-xwenîşandana_li_fransayê_dijî_qanûna_ku_koçberên_biyanî_sînordar_dike
Gelê Fransayê wek nerazîtiya li hemberî qanûna nû ya Koçberî û Penaberiyê ya pêşniyazkirî ji aliyê Wezîrê Karên Hundir ên Fransayê va xwenîşandan li dar xistin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 26, 2023 12:00 Asia/Tehran
  • Xwenîşandana li Fransayê dijî qanûna ku koçberên biyanî sînordar dike

Gelê Fransayê wek nerazîtiya li hemberî qanûna nû ya Koçberî û Penaberiyê ya pêşniyazkirî ji aliyê Wezîrê Karên Hundir ên Fransayê va xwenîşandan li dar xistin.

Çend yekitî û encumenên koçberan bi boneya Roja Cîhanî ya Têkoşîna dijî Nijadperestiyê lin Parîsê meşek li dar xistin û pêşnivîsa qanûna nû ya Koçberî û Penaberiyê ya raberkirî ji aliyê Wezîrê Karên Hundir ê Fransayê şermezar kirin û ragihandin ku ev qanûn rewşa koçber û penaxwazan gelekî dijwartir ji ya berê dike.

Li gorî gotina Wezîrê Karên Hundir ê Fransayê, Qanûna nû ya Koçberî û Penaberiyê vê derfetê dide hikûmetê ku koçberên neqanûnî dersînor bike.

Li gorî rapora medyayên Fransayê, Ev qanûna nasyar bi “Qanûna Darmenîn” (Darmanin law) qanûna koçberiyê ya herî sînordarker e ku heta vê demê li Fransayê hatiye pejirandin.

Her wiha meşeke wiha jî li bajarên din ên Fransayê ji wan li Lyon û Marsêyê hat lidarxistin.