Serokê Komara Îslamî ya Îranê bi gotina vêya ku Sedam, dîktatorê rejîma beisa a Iraqê, şerê leşkerî û Donald Trump serokomarê Amerîkayê şerê aborî dijî gelê Îranê sepand, got: Çarenûsa Trump dê baştir ji Sedam nebe.
Civîna Komîsiyona teknîkî ya hevpar a Îranê û Komara Azerbaycanê derbarê şêwaza hevkarî û behrewergirtin ji bendava Xoda Aferîn û Qîz Qelesiyê û Hêzgeha elektrîk-avî ya Ordubad û Marazadê li Nexcewanê destpê bû.
Yekîneya Lezbertek a Bergiriya Asimanî ya Bakurê Îranê bo navçeyên sînorî yên bakûrê rojavaya Îranê hat şandin.
Fermandarê Hêza bejahî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê got: Bi şukra Xwedê tu xeterek dijî sînorên bakurê rojavaya welêt nîne û me amadetiyeke pirr baş jibo parastina sînoran û gelê me şerîf bi dest xistiye.
Beşeka yekîneyên Tîpa 321 a herikbar a hucûmî ya Artêşa Îranê, bicihbûyî li Şaristana Merendê jibo xurtkirina berevaniya ji sînorên welêt, bo navçeyên bakurê rojavaya Îranê hat rêkirin.