Çavkaniyên nûçeyan qala destpêbûna greva seranserî li Erdên Dagirbûyî yên Filistînê bi nîşana hevgirtina digel malbatên girtiyên siyonîst ên li Xezzeyê dest pê bûye.
Tîma Volîbola Peravê ya bin 19 salan a Îranê di pêşbirka rêzbendiyê ya qaremanîya cîhanê li hember Mekzîkayê bi ser ket û mîdala bronz bi dest xist.
Wezareta Berevaniya Rûsyayê ragihand, 14 xwefirrên ukraynî ji aliyê Sîstema Berevanîya Hewayî ya Rûsyayê va hatin jordaxistin.
Raporek li ser dûhatên alozî û ajaweyên vê dawiyê li welatê Inglîzê tê pêşkêşkirin.
Sergey Lavrov Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê qala îhtimala birêveçûna civîna hevpar a Rûsya, Îran, Tirkiye û Sûriyê kir.
Muhemed Îslamî Serokê Saziya Enerjîya Atomê ya Îranê got, Radyodermanên berhemhatî li Îranê bo 5 parzemînên cîhanê tên hi9nardekirin.
Medyayên Rejîma Siyonîst ragihand ku, Li Erdên Dagirbûyî yên Filistînê ji bo zextanîna ser Netanyahû bona pejirandina hevhatina bihevra guherîna dîl û girtiyan bi Hemasê ra greva girseyî hat ragihandin.
Îzet El Reşq Endamê Polîtburoya Hemasê got, Eger girtiyên Siyonîst werin kuştin, Amerîka û Netanyahû berpirs in.
Dezgeha Şopandina Rewşa Dîlên Filistînî ragihand, 110 welatiyên filistînî di mideha 5 rojan da li Cinînê hatine girtin.
Roja 331ê ya jenosayda Rejîma Siyonîst li Zîvala Xezzeyê; êrîşên bêrawestan û dilreqane yên Rejîma Siyonîst didomin.