-
Sernûçeyên 13ê Mijdara 2023an
Tesrîn 14, 2023 12:43Sernûçeyên herî girîng ên ku êvara Duşemîyê hatin pêşkêşkirin.
-
Roja 38an a Operasyona Bahoza Eqsayê
Tesrîn 14, 2023 12:3438 roj bi ser Operasyona Bahoza Eqsayê û destpêbûna êrîşên hovane yên rejîma Îsraîlê ser xelkê bêguneh ê Filistînê li Zîvala Xezeyê derbas dibin. Şerê giran ê têkoşerên berxwedêr dijî dagirkerên siyonîst berdewam e.
-
Boykotkirina kelûpelên siyonîstan li Misrê dest pê bû
Tesrîn 14, 2023 12:34Welatiyên misrî bi awayekî berfireh dest bi boykotkirina kelûpel û berhemên Rejîma Siyonîst kirine.
-
GAZPROM: Ewropî hîn jî gaza Rûsyayê bi kar tînin
Tesrîn 13, 2023 15:20Alexey Miller Rêveberê Giştî yê Kompaniya GAZPROM'ê ya Rûsyayê got: Hin welatên ewropî ku pêştir îdia dikirin dê dawî li kirrîna gaza Rûsyayê bînin, hîn jî gaza Rûsyayê bi kar tînin.
-
Konseya Mamoste û Karmendên Nerazî yên Silêmaniyê: Dê grev û xwenîşandan bên domandin
Tesrîn 13, 2023 15:13Konseya Mamoste û Karmendên Nerazî yên Silêmaniyê li Herêma Kurdistana Iraqê du bi daxuyaniyekê ragihand ku ewê careke din li ber avahiya Zanîngeha Silêmaniyê xwenîşandan li dar bixin.
-
Heyyan Ebdulxenî: "Em ji bo lihevnêzikkirina nêrînên li ser hinardekirina nifta Herêma Kurdistanê hatine Hewlêrê"
Tesrîn 13, 2023 15:03Heyyan Ebdulxenî Wezîrê Niftê yê Iraqê ku di serê taximekê da serdana Hewlêrê kiriye derbarê armancên vê serdanê got, "Em ji bo lihevnêzikkirina nêrînên li ser hinardekirina nifta Herêma Kurdistanê hatine Hewlêrê."
-
Evo Morales: Bila Bolîvî bona şermezarkirina cinayetên Rejîma Siyonîst bikeve tevgerê
Tesrîn 13, 2023 14:57Evo Morales Serokkomarê berê yê Bolîviyê ji Hikûmeta niha ya vî welatî xwest ku ji bo şermezarkirina cinayetên Rejîma Siyonîst dijî xelkê Xezzeyê bikeve tevgerê.
-
Sedr: Bila Welatên Îslamî bona sekinîna li hemberî Rejîma Siyonîst amade bin
Tesrîn 13, 2023 14:50Muqteda Sedr Serokê Tevgera Sedr a Iraqê ji Welatên Îslamî xwest ku bona sekinîna li hemberî Rejîma Siyonîst amade bin.
-
Necîb Mîqatî: "Serederî û kiryarên Hizbullahê ji ber niştîmanperweriyê ne"
Tesrîn 13, 2023 14:41Necîb Mîqatî Serokwezîrê demkî yê Libnanê got, Em naxwazin şer bikin û em ê ti pêngavekê ji bo gurrkirina şêrr li navçeyê ranekin. Wî her wiha got: Serederî û kiryarên Hizbullahê ji ber niştîmanperweriyê ne.
-
Xwenîşandana herî mezin a dijî siyonîstan li Inglîzê
Tesrîn 13, 2023 14:36Di dewama pêla piştgiriyên gelanî ji gelê Filistînê, xwenîşandana herî mezin a dijî siyonîstan di dîroka Inglîzê da hat lidarxistin.