Li bajarê Serê Kaniyê yê bakurê rojhilatê Sûriyê teqînek çê bû. Li gor zanyariyên destpêkê di encama teqînê de 2 kes hatin kuştin û hejmarek kes jî birîndar bûn.
Malpereke nêzikî dijberên Sûriyê ragihand ku kargeheke çêkirina mûşek û roketan a ser bi têrorîstên bin sîvana piştgiriya Tirkiyê li Sûriyê teqiyaye û di encamê da çend çete mirine.
Ji ber teqîna erebeya bombebarkirî li nêzikî derbasgeha sînorî ya Sûriye û Tirkiyê pênc kes hatin kuştin û 30 kes jî birîndar bûn.
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand ku 3 çekdarên vî welatî ji ber teqîna mayînê li parêzgeha Hekariyê hatine kuştin.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojilatê Sûriyê têkildarî teqîna ku 15ê Tîrmehê li bajarê Hesekê rû da, daxuyaniyeke niviskî weşand û got ku di teqîna ku rû da de mudaxaleyek ji derve nîne.