Bakûrê Sûriyê - Li Eyn Îsayê ji ber teqînê 3 zarok birîndar bûn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/sûriyê-i318244-bakûrê_sûriyê_li_eyn_Îsayê_ji_ber_teqînê_3_zarok_birîndar_bûn
Hawar Newsê nivîsiye: "Li derdora navçeya Eyn Îsayê, 'di encama teqîna bermahiyên hawneke dagirkeran de' 3 zarok birîndar bûn."
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 01, 2020 20:14 Asia/Tehran
  • Bakûrê Sûriyê - Li Eyn Îsayê ji ber teqînê 3 zarok birîndar bûn

Hawar Newsê nivîsiye: "Li derdora navçeya Eyn Îsayê, 'di encama teqîna bermahiyên hawneke dagirkeran de' 3 zarok birîndar bûn."

Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA), "Li derdora navçeya Eyn Îsayê  saet derdora 18:20'an bermahiyên hawneke artêşa Tirkiyê û çeteyên girêdayî bi wê teqiya. Di encamê de 3 zarok ku erazî dadigirtin birîndar bûn.

Zarokên birîndar bûne ev; Husam Elî (12), Mihdî Elî (10) û Mihemed Elî (11).

Hate diyarkirin ku rewşa zarokakî giran e."