Çavkaniyên nûçeyann qala qewimîna hin teqînan li enisstîtûyeke amerîkî ya fêrkirina zimanê Englîsî li bajarê Necefa Eşref û bihîstina dengê teqînê li bakurê Bexdayê kirin.
Li Efrîna yê bakurê rojavayê Sûriyê teqîneke mezin çê bû. Çavkaniyên taybet ragihandin ku teqîn li nêzikî avahiya qayimqamiyê çê bûye û Efrîn hejandiye.
Li devera Şore ya Mûsilê di du teqînan de kesek hat kuştin.
Li bajarê kurdan ê Serê Kaniyê yê li bakurê Sûriyê di teqînekê de herî kêm 2 kes hatin kuştin.
Li Urdunê, li depoya cebilxaneyan a li baregeheke leşkerî teqîneke mezin pêk hat.
Li herêma Dîwaniya ya Iraqê, bi mayînê êrişî kerwanekî lojîstîkê yê Koalîsyona Navnetewyî bi serkêşiya Amerîkayê hate kirin. Di encamê de kesek mir û 2 kes jî birîndar bûn.
Ji ber teqîna erebeya bombekirî li parêzgeha Heleba Sûriyê, kesek hat kuştin û sê kes birîndar bûn.
Ji ber du teqînan li rojhilat û bakurê Iraqê, şeş kes ji hêzên artêş û Saziya şerê dijî Têrorîsmê ya vî welatî hatin kuştin an birîndar bûn.
Wezareta Berevaniya Rûsyayê ragihand ku di teqîna li herêma Dêrazorê de generalekî ji artêşa wî welatî canê xwe ji dest da. Mayînek bi karwanê Rûsî de teqiya dema ku ji karekî xêrxwazî vedigeriyan.
Li navçeyên dagîrkirî yên Serîkanî û Girê Sipî li bakurê Sûriyê ku di bin kontrola hêzên Artêşa Tirkiyê û Artêşa Azad a Sûriyê da ne, hevdem du teqînên giran qewimîn.