Li bajarê Efrînê yê bakurê Sûriyê bombeyek teqiya û di encama bûyerê de zarokek birîndar bû.
Li balafirgeha bajarê kurdan, Amedê ya Tirkiyê dengê du teqînên bi hêz hat bihîstin. Parêzgariya Amedê ragihand ku ew hewldana êrişekê bûye lê ti ziyanek nîne.
Hejmara goriyên êrîşa terorîstî li dibistaneke Kabulê gihîşte 55 kesî û hejmara birîndaran jî bû 151 kesî.
Çavkaniyên medyayî qala qewimîna teqînekê li bazara bajarê Qayîmê lin parêzgeha Enbarê kirin.
Ji ber teqîna motorsîkliteke bombebarkirî li parêzgeha Reqaya Sûriyê heft kes hatin kuştin û birîndar bûn.
Li parêzgeha Enbar ya rojavayê Iraqê di teqînekê de du serbazên Iraqî hatin kuştin.
Li bajarê Cerablusê yê bakurê Sûriyê ku niha Tirkiyê û çeteyên wê ew dagir kiriye, li du cihan di heman demê de teqîn çê bûn, li gor agahiyan despêkê di êrîşê de zarokek hat kuştin, 20 kes jî birîndar bûn.
Çavkaniyên dermanî li Iraqê ragihandin ku li dû teqîna kepsola oksîjenê li nexweşxaneya tûşbûyiyên Koronayê li Bexdayê, herîkêm 23 tûşbûyiyên Koronayê jiyana xwe ji dest dan.
Li Pakistanê, li oteleke luks a ku Sefîrê Bilind ê Çînê jî lê dima teqînek pêk hat. Di encama teqînê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û 12 kes jî birîndar bûn.
Çavkaniyên nûçeyan ên Rêjîma Siyonîst qala qewimîna teqîneke mezin li karistana çêkirina çekan û navenda ewlehiyê ya hestyar li navenda Filistîna dagirbûyî kirin.