Ebû Ubeyde berdevkê tabûrên Qesam baskê leşkerî yê tevgera Hemasê got: 70 roj ser destpêkirina Şerê Bahoza Eqsayê re derbas bûye û heta niha gelê Filistînê vî şerê bê mînak bi pêşde dibe.
Tabûrên Qessam wek baskê leşkerî yê Hemasê qala pevçûna giran a kes-bi-kes navbera têkoşerên berxwedanê û leşkerên artêşa dagirker a Rejîma Siyonîst kir.
Berdevkê tabûrên Qesam Ebû Ubeyde şeva borî ragihand: Di 24 sietên derbasbûyî de me 21 otombîlên leşkerî yên artêşa dagîrker li bereyên şer li zîvala Xezeyê jinav birin.
Di encama êrişa bi şev a artêşa Îsraîlê ser rexê rojava vê sibê herî kêm 18 Filistînî birîndar bûn.
Medyayên filistînî vê sivê derbarê destdirêjiya hejmarek zêde ji eskerên siyonîst ser bajarê Tulkermê li rexê rojava û şerê çekdarî ya xortên filistînî li li himber wan aagahî dan.
Tabûrên Qesam ragihandin ku bi mûşekên TBG êrişî cihê kombûna leşkerên siyonîst li avahiyekê li Beyt Hanûnê kirin.
Tabûrên Qassam ên şaxa leşkerî ya Hemasê ragihand roja Yekşemê 29 wesayîtên zirxî yên dagirkeran (tank, û buldozer) li navçeyên El-Tewam, Cebaliya, Beyt Lahiya û Zeytûnê rûxandine.
Serdar sertîpê pasdar Îsmaîl Qaanî Fermandeyê Hêza Qudsê ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî di peyama xwe bo Feermandeyê Tabûrên El-Qessam da nivîsî: We hemaseyeke mezin bi navê Bahoza Eqsayê afirand ku lawazî û sistiya Rejîma Siyonîst a xesbker aşkira nîşan da; we nîşan da ku ev rejîm ji hêlîna pîrebokê sisttir e.
Tabûrên Qudsê baskê leşkerî yê Tevgera Cîhada Îslamî ya Filistînê ragihand ku tlêkoşerên wê li derdora Nexweşxaneya Şîfayêli Xezeyê bi giran digel leşkerên dagirker ketine pevçûnê û derbên giran ên canî li wan dane.
Şerê bejahî li Xezeyê derbasî roja xe ya 13an bûye û Tabûrên Îzeddîn Qessam ragihandiye ku leşkerekî îsraîlî hatiye kuştin û 5 tankên rejîma dagirker jî hatine rûxandin.