Bernameya taybetî Oxiririna meytên Şehîdên Rêya Xizmetê ku roja Çarşemiyê 22ê Gulana 2024an bi awayê zindî hat belavkirin.
Hezretê Ayetullah Xamineyî Rêberê mezin ê Înqilabê sibeha Çarşemiyê 22ê Gulana 2024an bi amadebûna li Zanîngeha Tehranê li meytê Ayetullah Seyid Îbrahîm Reîsî Serokkomar û hevrêyên wî nimêj kir.
Kêliyên rêzgirtina desteya Herêma Kurdistana Iraqê pêkhatî j Nêçîrvan Barzanî Serok, Mesrûr Barzanî Serokwezîr û Qubad Talebanî Alîkarê Serokê vê herêmê li meytê Şehîd Reîsî û hevrêyên wî.
Meytê Şehîd Ayetullah "Seyid Îbrahîm Reîsî" Serokkomar û Şehîdên Xizmetê sibeha Çarşemiyê, 22ê Gulana 2024an, piştî nimêjkirina ji aliyê Rêberê mezin ê Înqilabê ji Zanîngeha Tehranê heta Meydana Azadiyê hatin oxirkirin.
Îro rayedarên derveyî di ast û pileyên cûrbicûr da bi amadebûna xwe li Tehranê, beşdarî rêûrisma rêzgirtina li meytên Şehîd Reîsî Serokkomar û hevrêyên wî bûn.
Kurtevîdyoyek ji hevdîtina îro ya Nîkol Paşîniyan Serokwezîrê Ermenistanê û Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî; Paşîniyan hevxemîya gel û dewleta Ermenistanê ji ber şehîdbûna Serokkomar û hevrêyên wî ragihand.