Tevî ragihandina agirbesê li Sûdanê, pevçûn li derdora qesra serokomartîya vî welatî didomin.
200 hezar sûdanî li dû pevçûnên vê dawiyê revîne welatê Çadê.
Qeyrana Sûdanê û şerê navxweyî li vî welatî derbasî qonaxeke bitalûke bûye.
Çavkanîyên nûçeyan ragihandin ku Li Sûdanê pevçûn careka din li derdora qesra serokomarîtyê ya vî welatî dest pê bûn. Îro pevçûnên bi çekên sivik û giran careka din li derdora qesra serokomartîyê ya Sûdanê li şarê Xartûm paytexta vî welatî dest pê bûn. Dengê teqînên perrate li navend û rojavaya paytexta Sûdanê tên bihîstin û gulleavêtina di navbera hêzên Artêşê û Hêzên Berteka Lezgîn li bakura Xartûmê didome.
Nivîsgeha Berdevkê Fermî yê Hêzên Çekdar ên Sûdanê di daxûyanîyekê da ragihand: Bi dû navbeynkarîya Erebistan û Amerîkayê da ji bo rawestandina pevçûnan li Sûdanê û xatircembûna welatîyên me, Fermandetîya Hêzên Çekdar razîbûna xwe ser agirbesa sêrojî ragihand.
Piştî destpêbûna agirbesa sêrojî li Sûdanê, hema bêje aramiyek li vî welatî pêk hatiye
Aramîya Sûdanê Piştî Agirbesê 3 roja de
Çavkaniyên nûçeyan, şeva derasbûyî ragihandin ku hejmarek ji welatên cîhanê ji wan Inglîz, Almanya, Japonya, Îtalya û Misir dîplomat û welatiyên xwe ji axa Sûdanê derxistin.