Berdevkekî Wezareta karên derve ya Amerîkayê bi destwerdaneke aşkira got ku dewleta Libnanê û saziyên aborî yên vî welatî nabe ku têkiliyê bi dewleta Sûriyê nemaze di beşên ku Qanûna Sezarê ew kirine armanc daynin.
Wezîrê karên derve yê Misirê gotinên hevpêşeyê xwe yê tirkiyeyî derbarê amadekariya Enqerê jibo beşdariya di operasiyona leşkerî li bajarê Sêrta Lîbyayê, kiryareke pirr bixeter da zanîn.
Berdevkê hêzên nasyar bi "Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê" Ehmed El-Mismarî Enqere hewl dide dest deyne ser petrola Lîbyayê da ku aboriya xwe ya hilweşiyayî rizgar bike.
Wezareta karên derve ya Îranê tevî amajeya bi vêya ku Peymana Atomî encama pêşwaziya Îranê ji danûstandinê ye, destnîşan kir: "Raboriya gotûbêjan di mijarên girîng da nîşana cidîbûn û tevgeriyana Îranê di pêkanîna aştî û aramiyê li cîhanê ye."
Li gorî rapora ISNAyê ji zarê El-Beyanê, Yekîtiya Fûtbala Imaratê, Sibastiyen Tagliyabo êrîşkerê fûtbalê yê jidayîkbûyî li Arjantînê jibo amadebûna li pêşbirkên pêşerojê bo Tîma Neteweyî ya Fûtbala Imaratê vexwendiye.
Şewba vîrûsa koronayê û krîza aborî bandorek neyînî li ser kirîn û firotina cil û bergên herêma Botanê jî kir. Esnafan gotin ji ber karê wan nabe, nikarin kirêyên xwe bidin û herî zêde îsal zirar kirine.
Çavkaniyên Siûdî berbanga Duşemiyê qala bihîstina çend teqînên giran li navçeyên Xemîs Meşît û Ebhayê li başûrê Erebistanê kirin.
Hêzên deryayî û hewayî yên Rûsiye û Sûriyê meşqeke şêrr a hevpar li Deryaya Sipî bi rê xistine.