El-Mismarî: Tirkiyê hewl dide dest deyne ser petrola Lîbyayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i317683-el_mismarî_tirkiyê_hewl_dide_dest_deyne_ser_petrola_lîbyayê
Berdevkê hêzên nasyar bi "Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê" Ehmed El-Mismarî Enqere hewl dide dest deyne ser petrola Lîbyayê da ku aboriya xwe ya hilweşiyayî rizgar bike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 14, 2020 04:36 Asia/Tehran
  • El-Mismarî: Tirkiyê hewl dide dest deyne ser petrola Lîbyayê

Berdevkê hêzên nasyar bi "Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê" Ehmed El-Mismarî Enqere hewl dide dest deyne ser petrola Lîbyayê da ku aboriya xwe ya hilweşiyayî rizgar bike.

Li gorî rapora Hawar Newsê, El-Mismarî di kongreyeke çapemeniyê de got: "Mijara karûbarên leşkerî di bin bendeke tam sirî de ye. Divê em nekevin nav."

Her wiha anî ziman: "Ya girîng ew e ku hêzên me erka xwe ya şerê li dijî terorê û bidawîkirina sûcan berdewam dikin."

Berdevkê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê destnîşan kir ku arşîvek mezin a sûcên milîsan ên li djiî mirovahiyê li gel artêşê heye û ev tişt eşkere kir: "Milîsan sivîl û leşker, jin, zilam û heta zarok qetil kirin."

Berdevkê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê Ehmed El-Mismarî eşkere kir ku Enqere hewl dide dest deyne ser petrola Lîbyayê da ku aboriya xwe ya hilweşiyayî rizgar bike, her wiha çete û çekdarên DAIŞ'ê dişîne Lîbyayê.