Berxwedana Filistînê li zîvala Xezeyêbasa derbeyên giran yên ser leşkerên rejîma siyonîst li mêhwerên şêr li Refeh û Cibalyayê kir.
Komên Filistînî bang li xelkê rexê Rojava, Quds û herêmên dagirkirî kirin ku ji bo piştgiriya ji zîvala Xezeyê û rizgarkirina bajarê Refehê întîfazeyeke berfireh bidin destpêkirin.
Çavkaniyên nûçeyan basa dewama êrişên Rejîma Siyonîst ser Zîvala Xezzê bi taybet bajarê Refehê dikin ku di encama van êrişan da hejmarek filistîniyên sivîl şehîd yan jî birîndar bûne.
Tevî êrişên giran û topxaneyî yên Rejîma Siyonîst , navçeya Refehê yekji navçeyên herî xeternak di parzêgeha Zîvala Xezeyê de tê hesabê
Li gorî ragihandina Desteya Derbasgeh û Sînorên Zîvala Xezeyê, deriyên sînor ên zîvala Xezeyê girtî ne û ti alîkarî nayên şandin.
Mehmûd El-Mêrdawî yek ji rêberên tevgera Hamasê sibaeha çarşemiyê got: Armanca kiryarên dijminane ên Rejîma Siyonîst li Refehê ew e ku gelê Filistînê teslîm bike û serpişkiyê ji wan bistîne.
Navçeyên curbcur ên zîvala Xezeyê bi taybet rojhilata bajarê Refehê hîna ji di bin êrişên esmanî, bejahî û deryayî yên Rejîma Siyonîst da ne û die ncama van êrişan da bi dehan kes şehîd û birîndar bûne.
Rêxistina alîkariyê ya navneteweyî ya OXFAMê li bara dûhatên mirovî yên êrişa rejîma qirrker a Siyonîst ser bajarê Refehê hişyarî da.
Sindûqa zarokan a NY bi hişyariya li ser êrişa Rejîma Siyonîst ser Refehê li başûra zîvala Xezeyê ragihand ku 600 hezar zarok li Refehê ciyeke ewleh tine ne ku têde bisitirin.