Îro û sibê li bajarê Nurultan (Astana) yê Qazaxistanê, gera hefdeyem a danûstandinên Astana ya di navbera şandên hikûmet û opozisyona Sûriyê de bi beşdariya şandên Îran, Rûsya û Tirkiyê hat lidarxistin.
Berdevkê serokatiya Rûsyayê Dmitry Peskov diyar kir ku belavkirina çekên nukleerî ji aliyê NATO`yê ve li nêzî sînorên Belarûsyayê gef e û divê tedbîrên guncew bên girtin. Her wiha destnîşan kir ku dibe ku Rûsya bersivê bide.
Tîma neteweyî ya halterê(rakirina wezneyê) ya mêrên Îranê li pêşbirkên qehremaniya cîhanê ya halterê li Uzbekistanê bi 541 pûanan bû duyemîn (berqehremaniyê) tîm.
Yekitiya Ewropayê cezayên aborî yên li dijî Rûsyayê heta 6 mehên din dirêj kirin.
Mîxayîl Ulyanov nûnerê hertimî yê Rûsyayê li saziyên navneteweyî li Viyenê got: Formata(çarçêva) hevdîtinên sêalî yên Îran, Çîn û Rûsyayê di hevdîtinên Viyenê de gelek bikêrhatî bû.
Di encama êrişa terorîstên Cebhet El-Nusra ser çeperên artêşa Sûriyê li parêzgeha Helebê, leşkerekî Sûriyê hat kuştin.
Alîkarê siyasî yê wezîrê karên derve yê Komara Islamî ya Îranê, şeva Çarşemê bal kişand ser gotûbêjên berfireh li Viyenê û tekez kir ku heke hemî alî bi cidî bikevin nav danûstandinan, îhtîmala pêşveçûnê heye.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku balafirên Rûsî 8 êrîşên esmanî li dijî pêgehên DAIŞê yên li biyabana El-Misrib a gundewarê Dêrazorê pêk anîne.
Serokomarê Amerîkayê gef li Rûsyayê xwar ku heger êrişî Ukarnya bike dê encamên wê ji bo Rûsyayê pir giran bibin û Rûsyayê jî got, daxuyaniyên bi dijminatî aloziyan kêm nake.
Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn serdana muhtemel a Serokomarê Îranê Seyd Îbrahîm Reîsî ji bo Moskovayê di destpêka sala bê de ragihand.