-
Biden: Em ê sîstema mûşekî û çekên pêşketî bişînin Ukraynayê
Hezîran 01, 2022 08:27Serokê Amerîkayê Joe Biden ragihand, welatê wî sîstema mûşekî û çek û teqemeniyên pêşketî ji bo Ukraynayê dabîn bike, da ku bikarin armancên sereke yên Rûsyayê bêhtir lêdin.
-
Bihayê petrolê nêzîkî 120 dolarî bûye
May 28, 2022 16:06Bihayê petrolê hefteya borî ji sedî 6 zêde bû û ji 119 dolarî derbas bû.
-
Rûsya: Tirkiye nikare li hemberî tiştên li Sûriyê diqewimin xemsar bimîne
May 28, 2022 08:16Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov diyar kir ku ew bi biryara Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ya 2254an li Sûriyê dimînin û destnîşan kir ku Tirkiye nikare li hemberî tiştên li Sûriyê diqewimin xemsar bimîne. Daxuyaniya Lavrov wek rêdan ji bo operasyona Tirkiyê ya li dijî kurdên Sûriyê hat şîrovekirin.
-
Rûsya hişyariyê dide welatên rojava
May 28, 2022 05:00Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand, niha bi awayekî eşkere welatên rojava û bi serokatiya Amerîkayê, li dijî Rûsyayê şer ragihandine û kultûra jêbirina Rûsyayê û hemû wan tiştên pêwendiya wê bi welatê wan heye, gihîştiye lûtkeyê.
-
Artêşa Rûsyayê li Ukraynayê 90 balafirên Bayraktar ên ku Tirkiyê çêkirine xistin xwarê
May 26, 2022 13:28Çavkaniyekî rûsî eşkere kir ku artêşa Rûsyayê nêzî 90 balafirên bêmirov ên Bayraktar ên tirkî li Ukraynayê xistine xwarê û hewl dide hêzên Ukraynayê li du bajarên rojhilat dorpêç bike. Li aliyekî din Çînê banga vekirina korîdorekê kir.
-
Zelinsky banga hevdîtinên rasterast bi Pûtîn re kir
May 26, 2022 04:54Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelsenky got ku ew tenê dixwaze rasterast bi Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re danûstandinan bike û bi riyanavbeynkaran vê yekê nake.
-
Ukrayna pêşniyara agirbestê ya bi Rûsyayê re red kir
May 22, 2022 18:12Şêwirmendê Serokomarê Ukraynayê pêşniyara agirbesta bi Rûsyayê re û radestkirina herêmên ketî bin destê Rûsyayê bo vî welatî red kir.
-
Birîna hinardekirina gazê bo Fînlandiyayê, berteka pratîkî ya Rûsyayê ji berfirehbûna NATO re
May 22, 2022 14:45Rûsiya roja Şemiyê qonaxeke nû di rûbirûbûna xwe ya bi bloka rojava re bi qutkirina hinartina gazê bo Fînlandiyayê nîşan da. Gasprom a dewleta Rûsyayê ragihand ku hinardekirina gazê bo Fînlandiyayê rawestandiye ji ber ku Helsînkî daxwaza Moskowê ya ji bo dayîna perê gazê bi rubleyê red kir, piştî ku cezayên rojava li ser operasyona wê ya li Ukraynayê hatin sepandin.
-
Rûsya: Kargeha Azovstal bi temamî ketiye destê Rûsyayê
May 21, 2022 12:08Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê Igor Konashenkov şeva borî ragihand, grûpa dawî ya Yekeya Azov ku di Kargeha Azovsalê de asê mabûn, çekên xwe danîne û xwe radestî hêzên wan kirine.
-
Moskow: 1730 mîlîşên Ukraynayî li Mariupolê teslîm bûn
May 19, 2022 17:01Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku zêdetirî 1,730 leşker û mîlîtanên neteweperest ên Ukraynayê ji roja Duşemê vir ve li kargeha Azofestalê ya li herêma Mariupolê xwe radestê hêzên Rûsyayê kirine.