Serokê muzakereyên Ukraynayê diyar kir ku Rûsyayê daxwazên Kîevê bi devkî qebûl kirine.
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku vê sibê 3 depoyên sotemeniyê li Odessayê ruxandin ku li ser deryaya Reş e. Li aliyekî din Ukraynayê ragihand ku careke din gelek dever li derdora Kiev kontrol kirin.
Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelinsky îdia kir ku hêzên Rûsî dema ku ji bakurê Ukraynayê vedikişin li herêmê mayinan datînin.
Serokê Şanda Ukraynayê ya ji bo danûstandinên ligel Rûsyayê, David Arakhamia ragihand ku dibe Serokê Rûsyayê Valdimir Putîn û Serokomarê Ukraynayê Volodimir Zelenski li Tirkiyê hevdîtinekê pêk bînin.
Rayedarekî berevaniyê yê payebilind yê Amerîkî got ku hêzên Rûsî dest bi vekişîna ji santrala nukleerî ya Çernobîlê kirine piştî ku di 24ê Sibatê de navenda Çernobîlê kontrol kirin.
Serokê Ukrayna daxwaz dike, êrişên li ser bajarê Mykolaiv ku dikeve nêzîkî Deryaya Reş, li başûrê Ukrayna, bên rawestandin.
Berdevkê Kremlînê amaje bi gotinên vê dawiyê yên Serokê Amerîkayê li dijî Moskowê jî kir û got: Di her rewşê de diyaloga di navbera Amerîka û Rûsyayê de pêwîst e.
Ukrayna û Rûsyayê derbarê danûstandinên duh li Stenbolê daxuyaniyên erênî weşandin. Di vê barê de Nûnera Ukraynayê li Neteweyên Yekbûyî (NY) derbarê gera dawî ya hevdîtinên Rûsya û Ukraynayê yên li Stenbolê de got: "Muhtemel e Moskow ji bo aştiyê amade bibe."
Berdevkê Serokomarê Tirkiyê daxwaz kir ku giliyên Rûsyayê yên di dosyaya nakokiyên bi Ukraynayê re bên guhdarîkirin û hevdîtinên bi Moskowê re dewam bikin.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê dibêje, Enqere sîstemên S400 ên ku ji Rûsyayê kirîne nade Ukraynayê.